HDP Hakkari Milletvekili Dede'nin Bayram mesajı

HDP Hakkari Milletvekili Dede'nin Bayram mesajı

HDP Hakkari milletvekili Sait Dede Kurban Bayramı nedeniyle bir mesaj yayınladı. Dede, Kürtçe mesajında Hakkari, Yüksekova, Şemdinli ve Çukurca halkı olmak üzere bütün İslam aleminin bayramını kutladı.

A+A-

HDP Hakkari milletvekili Sait Dede'nin Kurban Bayramı vesilesi ile yayınladığı Kürtçe Mesaj'da şu ifadelere yer verildi:

"Di berdewamiya vê pêvajoya qirkirin û talanê de dîsa cejneke din a qurbanê ser gel de rû da. Bi destê kujer, xwînmij, desthilatdar, sermayedaran û alîgirên wan ve hêj girtin, înkar, qirêjî, tirs û xof bênavber li ser gelê mezlûm ê Kurdistan'ê û rojhilatanavîn de didome...

Oldarî, bawerî, qanûn-zagon, aborî, siyaset û her cure amûrên bi ked û xwiha eniya gel ve bidestxistî, mixabin ku desthilatdar jî bo berjewendiyên xwe û komên xwe bikartînin. Rewşa Kurdistanê, Sûriyê, Îranê, Iraqê, Tirkiyê û welatên din ên Rojhilatanavîn berçav e...

Bi taybet gelê Kurd û gelên bindest ên din bi her awayî lihemberî şereke qirêj ve rûbirû ne...
Miletê bindest; her cure îşkenceya girtin, kûştin, birçîhêlan, tirsa bêkarî, tehdît, îmha-înkar, tirsa jiyanê, talan û wêranî dîtiye û jiyan kiriye.

Metîngeran zulm û zordarî tucar neberdaye...

Li hemberî wê zulm û zordariyê jî gelê birûmet tucar serê xwe netewandiye û berxwedaneke mezin ve bûye bersiva neheqiyê...  jibo jiyanek birûmet jî hêj berxwe dide.

Di sedsala 21. 'de jî bi taybet tecawiz û kuştina jin û zarokan mixabin berdewam e û zêde dibe.
Bi hêviya ku êdî insan nebine qurban!

Şîn û tazî bibine coş û seyran!
Girtî û hewsî derkevine kolanan!
 Ji bo jiyanek azad û serfiraz! 
Ji bo dinyayek bê zulm û bê zordestî!
Ji bo xelasiya metîngeriyê!

Cejna Qurbanê bibe sedema azadî, aşitî, yekitî, biratî, bextewarî, aramî û serxwebûnê!
Hêviya me ev e ku Xudayê dilovan ji vê roja pîroz û mibarek fitne û fesadiyê, xwefiroşiyê, neheqiyê, zulmê, xirabkirinê bibirîne. Xudayê dilovan aramî, bextewarî, jiyanek birûmet û serfiraz bike nesîbê miletê me!

Bi taybet cejna gelê Çelê, Şemzînan, Colemêrg, Gever û ya hemû Kurdistani yan pîroz be!

Nîşe : Daxwaz û hêviya me ew e ku gelê me li hember nexweşiyan hişyar, baldar û seliqe be. Bila Cejneke bê acizî û bênexweşî derbas bibe."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.