Li gundê Cidalê 15 Êzidî hatin qetilkirin

Derket holê ku DAIŞ'ê, li gundê Cidalê yê li başûrê Çiyayê Şengalê ye, qetlîam kiriye. Li gund piraniya wan mirovên ji 60 salî mezintir 15 Kurdên Êzidî bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Pîrejin û pîremêrên li hin gundên qûntara Çiyayê Şengalê asê man û nexwestin cih û warên xwe biterikînin gotin, "Eger mirinê were bila li vî cihê pîroz li gundê me bê" û li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan.

Gundiyên Cidalê yên nekarî xwe bigihînin herêmên di bin kontrola gerîla de ne, roja 24'ê Tebaxê rastî êrîşa çeteyan hatin. Çeteyên ku bi konvoyeke ji 80 wesayîtî êrîşî şêniyên gund kirin, piraniya wan ji 60 salî mezintir 15 Êzidî qetil kirin.

Derket holê ku çeteyan her 15 Êzidî xistine Tirba Şêx Mend, ku yek ji cihê pîroz ê Êzidiyan e û tirb bi teqemeniyê teqandine.

Dîmenên komkujiya li gund, asta hovîtiyê ya çeteyan careke din radixe pêş çavan.

Çeteyên DAIŞ'ê ku heta niha serê mirovan jê dikirin, li vî gundî serî li hovîtiyeke nû dan. Teqemeniyê bi serê mirovên ixtiyar ve girê dane û bi xwînxwarî teqandine.

Bi vê komkujiyê re careke din derket holê ku daxuyaniya DYA ya beriya niha digot, "Me dorpêçî şikand, pêwîstî bi alîkariya însanî nîne" rast nîne./ANF

Güncel Haberleri

Esendere Belediyesi Geleceğin Diş Hekimlerine 100 Bin TL Ödül Verdi
Esendere Belediye Başkanı Dırbaz Büyüksu’dan Zonguldak'taki Saldırıya Kınama
Uzman çavuşun yardım talebi faciayla bitti
Cumhurbaşkanı Erdoğan, DEM Parti İmralı Heyeti ile görüşecek
TBMM'de tarihi gün: Çerçeve yasa teklifi kabul edildi