
Agirê Şingalê...
Ez zarok bûm, tê bîra min dema ku me pêpesê şemîgên malê dikir, mezinên me ji me re digotin: 'Pêpes nekin, ji ber ku guneh e!'
Lê me nedipirsî ji bo çi gûneh e, me tenê gotinên mezinên xwe dikir, ji xwe me tu carî bersiva pirsên xwe jî nedigirt û me dizanibû em bipirsin jî êdî bersiv nadin me.
Ji ber wî hema mezinên me çi digot, me digot "Erê!"
Yek ji bîrokeya zaroktiya min a herî balkêş, wek pêpes kirina şêmîgên malan, nedihiştin ku me agir bi avê bitemiranda. Digotin "Guneh e!"
Me wek her carê bi bêdengî û aramî gotinên mezinên xwe dipejirandin.
Dîwarên malên me nexşên tawus ve hatibû xemilandin. Ji ber ku digotin tawus bereket e. Lê belê me nedipirsî ji bo çi tawûs bereket e?
Hemû pirsên min di zaroktîya min de man. Wext derbas bû, wekî ku di straneke kûrdî de tê gotin: "Zaroktî xewnek bû, wek xewn zû derbas bû!" Dema ku xewn derbas bû û em hatin li ser rastîya jîyanê, ez hîn bûm ku eşîreta me eşîreta Sîpkî ye. Êşîreta Sîpkî jî li herêma Serhedê a herî dawî derbasê Mislimanetîyê bûye. Ji ber vê sedemê gelek şopên Êzdîtîyê di jîyana me de hebûn.
Dema kû ez di gel 5 hevalên xwe yên jin çûn Şingalê, min dît ku pirsên zaroktiya min li wê derê veşartî ne. Ez gelek hestîyar bûm. Wekî ku derîyekî mezin vebû û di wî derîyî re ez ketim demên bihurî.
Piştî çend rojan Çarşema Sor bû. Wek tê zanîn Çarşema Sor ji bo welatîyên Êzdî îdeke pîroz e. Ez gelek kelecanî bûm. Ji ber ku li dîwarên wana jî bi taswîrên tawus hatibû xemilandin. Welatîyên êzîdî jî pêpesê şêmigan nedikirin û her wuha agir bi avê netemirandin.
Mixabin deriyê zaroktiya min di van rojên dawî ji alîyê DAİŞê ve hat girtin.
A niha di mejîya min de aqûbeta malbata ku em 5 rojan di mala xwe de kiribû mêvan heye. Kevanîya malê dema ku me gotibû we zehmetî kişand, wega ji me re weha gotibû: "Wusa nebêjin, hûn me gunehkar dikin. Vê derê ne li tenê mala me ye, di heman demê de mala Xwedayê mezin e jî.
Heyf û mixabin DAİŞ mala Xwedê jî wêran kir! Welatiyên Êzîdî carek din ketin ser rêyan, bi xizanî û bi belengazî.
DAİŞ ku dibêje em li ser navê Xwêdê şer dikin, lê hela ka bêjin çawa mirov li ser navê Xwedê jinan difroşe, serê mirovan serjê dike?
Ev zulma ku carek din li ser welatîyên Êzîdiyan qewîmî di heman demê de şêmîga birayetîyê ye jî. Yan hûnê pêpesê vê şêmîgê bikin û tiştên ku ji alîyê DAİŞê li Şengalê pêk hatîye bê dengê bipejirînin, yan jî hûnê bi rûmetî destê xwe dirêj bikin û pêpesê şêmîga mirovayetî nekin.
De ka bêjîn ew agirê ku li Şengalê vêdikeve hûn ê bi avê, yan bi wûjdanê xwe ve bitamîrînin? /KAYNAK HÜR BAKIŞ
sidarbasut@hotmail.com
https://twitter.com/sidarbasut
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.